Amerîka baregehên Heşda Şeibî li Sûriyê bombebaran dike

Bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) belav kir, wan baregehên milîşyayên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin, ew jî bersivek e li ser zincîreya êrîşên ku li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê tên kirin e.

Pentagon tekez kir, di êrîşê de komgehên çekan û baregehên grûpên çekdar ku di nava wan de mîlîşyayên “Hizbulah û Seyid Şuhada” hene, hatin armanckirin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatine armanckirin û armanc jê, parastina berjewendiyên Amerîka ye.

Ji aliyê xwe ve hin berpirsên Amerîkî ji ”New York Times” re ragihandin, baregeheke taybet a bi meşandina droneyan a mîlîşyayên ser bi Îranê ve di êrîşa Amerîka de ye hat jinavbirin.

Ji aliyê xwe ve, Heşda Şeibî aşkere kir, di encama bombebarana Amerîka de, 5 çekdarên wan li ser sînorê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.

Her di wê çarçoveyê de jî, Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, firokeyên Amerîkî îro demjimêr 20:00 êrîşî ser gundewarê Bokemalê li parêzgeha Dêrazorê kir û di encamê de zarokek hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.