Hejmara qurbaniyên Koronayê 4 milyon kes derbas kir

Vîrûsa Koronayê li zêdetir ji 200 welatên cîhanê belav bûye û ziyaneke mezin gihandiye mirovahiyê.
Goristaneke qurbaniyên Koronayê li Brazîlê
Goristaneke qurbaniyên Koronayê li Brazîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên herî dawî, li cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane 4 milyon derbas kir û pêketiyana 181 milyon kesan bi wê vîrûsê hatiye tomarkirin.

Li gor amarên ajansa “Reuters”, yekem haleta pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) di meha Berçileya 2019an de li Çînê hatiyê tomarkirin û niha ew vîrûs li zêdetir ji 200 welatên cîhanê belav bûye û ziyaneke mezin gihandiye cîhanê û zêdetir ji 4 milyon û 80 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor amaran, heta îro 28ê Hezîrana 2021ê, li 10 welatan zêdetir qurbaniyên Koronayê hatine tomarkirin:

Amerîka: 603 hezar û 597 kesan canê xwe ji dest dane û 33 milyon û 755 hezar û 793 pêketî hatine tomarkirin.

Brazîl: 512 hezar û 735 kesan canê xwe ji dest dane û 18 milyon û 386 hezar û 894 pêketî hatine tomarkirin.

Hindistanê: 394 hezar û 751 kesan canê xwe ji dest dane û 30 milyon û 233 hezar û 183 pêketî hatine tomarkirin.

Maksîk: 232 hezar û 564 kesan canê xwe ji dest dane û 2 milyon û 500 hezar pêketî hatine tomarkirin.

Pîro: 191 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane û 2 milyon û 46 hezar pêketî hatine tomarkirin.

Rûsya: 133 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dane û 5 milyon û 451 hezar û 291 pêketî hatine tomarkirin.

Brîtanya: 128 hezar û 364 kesan canê xwe ji dest dane û 4 milyon û 728 hezar pêketî hatine tomarkirin.

Îtalya: 127 hezar û 472 kesan canê xwe ji dest dane û 4 milyon û 58 hezar pêketî hatine tomarkirin.

Fransa: 110 hezar û 951 kesan canê xwe ji dest dane û 5 milyon û 768 hezar û 433 pêketî hatine tomarkirin.

Kolombiya: 104 hezar û 678 kesan canê xwe ji dest dane û 4 milyon û 158 hezar pêketî hatine tomarkirin.