Bexda êrîşa li ser sînorê Iraq û Sûriyê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, “Em êrîşa Amerîka ya şer borî li ser sînorê Iraq û Sûriyê şermezar dikin.
Yehya Resûl li Twittera xwe belav kir: “Ev êrîşa Amerîka li gor hemû rêkeftinên navdewletî, binpêkirina serweriya Iraqê ye.”
Got jî: “Dubare red dikin ku nabe Iraq bibe meydana yekalîkirina nakokiyan. Ji mafê Iraqê ye serweriya xwe li ser xaka xwe biparêze û rê nede ku xaka wê bibe meydana lêdan û destdirêjiyan.”
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê got jî: “Dawazin rewş arman bibe û alozî zêde nebin. Tekez dikin ku Iraqê dê li ser hemû astên cuda lêkolîn û pêwendiyan bike, da ku rê li ber van binpêkirinan bigire.”