Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 kalemêr ji gundekî Efrînê revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kalemêrên Kurd ji gundekî Efrînê revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kalemêrên Kurd ji gundekî Efrînê revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro çekdarên grûpa El-Hemzat 4 kalemêr bi tometa ku pêştir pêwendiya wan bo Rêveberiya Xweser re hebû ji gundê Hesen Kilkawî yê li navçeya Raco revandin.

Wî jêderî got jî, kesên hatine revandin navê wan Izet Hemîd Hesen, Fehîm Nezmî Hesen, Sebrî Ebdîn Elî û Xelîl Elî Elî ne û temenê wan hemûyan di ser 50 saliyê re ne.

Diyar kir jî, berî çend mehan jî, dîsa çekdarên grûpa El-hemzat bi wê tometê fidye ji wan her 4 kesan standibû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê di meha Adara 2018an de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.