Derbarê tawanbarên Spykerê de biryara darvekirinê hat dayîn

Encûmena Dadwerî ya Iraqê ragihand; derbarê 9 encamderên tawana komkujiya ku bi navê Spyker tê nasîn, biryara darvekirinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Dadwerî ya Iraqê ragihand; derbarê 9 encamderên tawana komkujiya ku bi navê Spyker tê nasîn, biryara darvekirinê hat dayîn, ku di Hezîrana 2014an de destê wan di kuştina 500 leşkerên Iraqî de hebû.

Di çarçoveya dîlgirtina Firqeya 18 ya Artêşa Iraqê de li Tikrîtê, Dadgeha Resafe biryara darvekirinê derbarê 9 tawanbarên sereke yên tawana Spykerê de dan.

Encûmena Dadwerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand; tohmetbar li ber dadgehê tawana xwe îtiraf kirine ku di dema destdanîna ser hejmarek bajar û bajarokên Iraqê de ji aliyê DAIŞê ve, hejmareke mezin ji xelkê bêsûc jenosîd kirine.

Herwiha eşkere kir ku hejmarek belgeyên ku ew 9 kes tevlî bûne, li ber dest bûn, li gor maddeya 4 a yasaya hejmara 13 ya sala 2005an, biryara darvekirinê hat dayîn.

Malbatên qurbaniyên Spykerê di 12ê Hezîrana îsal de ev komkujî bi bîr anî, ku 500 kes di nav firqeyeke artêşa Iraqê de bi kom hatin kuştin û hejmareke mezin jî hîn winda ne.

Dema dagirkirina çend bajarên Iraqê ji aliyê DAIŞê ve, DAIŞê 2 hezar leşker desteser kirin û ew birin qesrên Sedam Husên ên li Tikrîtê û li wir hatin kuştin, heta niha jî hezar û 400 leşkerên Firqeya 18 ya Artêşa Iraqê winda ne.