Iraqê êrîşa Amerîkayê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê îro duşemê bi daxuyaniyekê êrîşa Amerîkayê ya li ser milîsên Heşda Şeibî yên li sînorê navbera Iraq û Sûriyê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê îro duşemê bi daxuyaniyekê êrîşa Amerîkayê ya li ser milîsên Heşda Şeibî yên li sînorê navbera Iraq û Sûriyê şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf ragihand; Wezareta Derve êrîşa şeva borî ya Amerîkayê ya li ser Heşda Şeibî şermezar dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Derve red dike ku Iraq bibe beşek ji milmilanî an yekalîkirina nakokiyên navbera aliyên li ser axa xwe û ew êrîş binpêkirina serweriya niştimana Iraqê û derketina ji hemû adet û peymanên navdewletî ye.”

Şeva bori, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; wan depoyên çekan ên milîsên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirine, ku ew depo ser bi Ketayîbê Hîzbullah û Ketayînê Seyîd Şuheda ne.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, baregehên mîlisên ser bi Îranê ve hatine armanckirin û armanc jê, parastina berjewendiyên Amerîka ye.

Ji aliyê xwe ve, Heşda Şeibî aşkere kir, di encama bombebarana Amerîkayê de, 5 çekdarên wan li ser sînorê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.