PAK ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî panêlekê li dar dixe

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Diyarbekirê di salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de dê panelekî li dar bixe û dê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Diyarbekirê di salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de dê panelekî li dar bixe û dê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr bîne.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê PAKê ve hatiye dayîn; di 96emîn salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî de PAK di roja 29ê Hezîrana 2021ê de li Diyarbekirê panêlekê li dar dixe.

Moderatorê panêlê Hanifi Turan, beşdarên panêlê lêkolîner û nivîskar Kerem Serhatli û nivîskar Tahsin Sever e.

Di daxuyaniya PAKê de hat eşkerekirin ku panêl di roja sêşemê 29ê Hezîranê de di demjimêr 11:00ê de dest pê dike.

Derbarê cihê panêlê de hatiye ragihandin ku panêla bibîranîna Şêx Seîd û hevalên wî dê li Teşkîlata Amedê ya PAKê were lidarxistin.