Fuad Husên: Divê bilez alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bên şandin

Wezîrê Derve yê Iraqê: Divê krîza Sûriyê bê çareserkirin, bi awayekî ku krîza mirovî li ser gelê Sûriyê sivik bibe.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên tekez kir, divê bilez alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bên şandin, dûrî hemû guhertinên siyasî.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Husên di civîna wezîrên derve yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Romayê de dilgiraniya Iraqê derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de nîşan da.

Di daxuyaniyê de, “Husên di civînê de behsa komp û koçberan li Sûriye û Iraqê û hebûna bi milyonan koçberên Sûrî li Iraq û welatên derdorê kir û diyar kir ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl didin ku piştgiriyê bidin wan.”

Herwiha da zanîn, “Husên tekez kir ku pêwîst e bilez piştgiriya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de were kirin û destnîşan kir, nearamiya li Sûriyê heye bandorê li rewşa ewlehiya Iraqê dike.”

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand jî, “Husên tekez kir ku divê bi nîzakahiyeke nû serederî bi rewşa Sûriyê re were kirin û krîza wê di çarçoveya guhartinên nevxweyî, herêmî û navdewletî de bê çareserkirin, bi awayekî ku krîza mirovî li ser gelê Sûriyê sivik bike. Herwiha Tekez kir jî, divê bilez alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bên şandin, dûrî hemû guhartinên siyasî.”