Wezîrê Derve yê Îsraîlê serdana Îmaratê kir

Yair Lapid gihişte Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Dewletê Ehmed Sayix ve hat pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid gihişte Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Dewletê Ehmed Sayix ve hat pêşwazîkirin.

Çavkaniyên medyayê ragihandine; ev cara ewil e ku rayedarekî payebilind ê Îsraîlê bi awayekî fermî serdana Îmaratê dike, li ser vê mijarê Yair Lapid li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Spas ji bo vê pêşwaziya germ.”

Yair Lapid eşkere kir: “Piştî 30 salên di karê dîplomasiyê de, em dîrok dinivîsin, ev ji bo min şanazî ye ku ez nûnertiya welatê xwe dikim li Îmaratê, min dema ala welatê xwe (şîn û spî) li Balafirgeha Ebû Dabî dît, kêfxweş bûm.”

Mebesta serdana Wezîrê Derve yê Îsraîlê, vekirina balyozxaneya Îsraîlê ye li Ebû Dabî, herwiha Yair Lapid bi Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayid re jî hevdîtinek pêk anî.

Ji bilî vê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid dê bi rewenda cihû ya li Îmaratê jî bicive, ku bandora wan hebû di asayîkirina pêwendiyên navbera herdu welatan de.

Tê çaverêkirin ku Îsraîl pêwendiyên xwe yên ligel Behreyn, Sûdan û Mexrîbê (Fas) jî asayî bike, ku di serdema Donald Trump de pêwendiyên Amerîkayê ligel Îmaratê asayî bûne, tevî danûstandina aborî, geştên balafiran jî rasterast di navbera wan de asayî bûne.