Serkirdeyê Seraya Selam hat kuştin

Serkirdeyê Seraya Selam a ser bi Heşda Şeibî di dema operasyona desteserkirina wî de rûbirûyî hêzên ewlehiyê bû û di encamê de hat kuştin.

Hewlêr (K24) – Serkirdeyê Seraya Selam a ser bi Heşda Şeibî di dema operasyona desteserkirina wî de rûbirûyî hêzên ewlehiyê bû û di encamê de hat kuştin.

Çavkaniyekî ji K24ê re ragihand ku şeva borî hêzeke ewlehiya Iraqê hewl da serkirdeyê Seraya Selam Nuseyr Ebû Dir Muhemedawî desteser bikin, ku bi tohmeta êrîşa çekdarî fermana desteserkirina wî hatibû dayîn, lê belê Nuseyr Ebû Dir Muhemedawî hewl da ku bireve û rûbirûyî hêzên ewlehiyê bû.

Herwiha eşkere kir ku Muhemedawî di dema operasyona desteserkirinê de ji aliyê endamekî hêzên ewlehiyê hat birîndarkirin. Piştre serkirdeyê Sereya Selam bo nexweşxaneyê hatiye rakirin, lê belê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.