Li Diyarbekirê şerê çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di navbera 2 grûpan de şer û pevçûna çekdarî derket.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di navbera 2 grûpan de şer û pevçûna çekdarî derket û di encama pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Medyayê ya navçeya Peyasê ya Diyarbekirê di navbera dikandar û xwediyê çayxaneyekê de ji ber sedemeke ku hîn ne diyar e, pevçûn derket û di encamê de çek hatin bikaranîn.

Di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahiya xelkê derdorê polîs û ambûlans bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Timên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.