Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gotegotên mîlîşyayan dide

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Ev gotegot ne rast in û rêxweşkirin û bihaneyên pêşwext in ji bo armanckirina Hewlêrê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, gotegotên dibêjin ku firokeyên Amerîka ji Firokxaneya Hewlêrê firîne û êrîşî li ser mîlîşyayan kirine red dikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê deragihand, “Serkirdeyekî mîlîşyaya Ketayib Seyid El-Şuhada yê bi navê Ehmed El-Meksos îdia kir kir ku firokeyên Amerîkî yên êrîşî mîlîşyayan kirine ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê firîne.”

Cotyar Adil got: “Em van gotegotan red dikin, ji ber ku ti bingeke wê nîne, lê belê rastî berûvajî wê ye û êrîşên li ser Hewlêrê hatine kirin, ji aliyê mîlîşyayên deryasayî ve hatine kirin û niha jî ev gotinên vî kesî, nîşaneyên xirap tê de hene”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir jî: “Her êrîşek li ser Hewlêrê bê kirin, guman dikeve ser wan aliyên ku El-Meksos yên wek wî nûnertiya wan dikin, ji ber ku ev rêxweşkirin û bihaneyên pêşwext in ji bo armanckirina Hewlêrê.”