Katircîoglu: Eger Erdogan gavên erênî bavêje, HDP amade ye bi AK Partî re rêk bikeve

Parlamenterê HDPê Erol Katircîoglu da xuyakirin, eger Serokê Giştî yê AK Partî Recep Teyip Erdogan gavên erênî bavêje, HDP amade ye bi AK Partî re rêk bikeve.
Parlamenterê HDPê Erol Katircîoglu
Parlamenterê HDPê Erol Katircîoglu

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê HDPê Erol Katircîoglu da xuyakirin, eger Serokê Giştî yê AK Partî Recep Teyip Erdogan gavên erênî bavêje, HDP amade ye bi AK Partî re rêk bikeve.

Parlamenterê HDPê Erol Katircîoglu bo rojnameyeke Tirkiyê axivî û got, li gor hin agahiyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden di Lûtkeya NATOyê de ji Erdogan re gotiye, eger bo demokrasiyê gav bavêje ew amade ne piştgiriyê bidin.

Katircîoglu got, eger AK Partî careke din dest bi proseya çareseriyê bike, HDP jî amade ye bi AK Partiyê re rêk bikeve.

Katircîoglu her weha got, êrişa li Îzmîrê, bo HDP peyamek girîng e, lê di heman demê de bo AK Partî jî hişyarî ye ku careke din berê xwe nede çareseriyeke demokratîk.

Da zanîn, hevpeymaniya Erdogan bi dewleta kûr re gihiştiye qonaxa dawî, yan dê temamî berê welat bidin dîktatorî yan jî eger heye Erdogan careke din berê xwe bide demokrasî.