Tirkiyê li Şingalê wesayîteke PKKê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê li çiyayê Şingalê wesayîteke PKKê bombebaran kir.

Hewlêr (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê li çiyayê Şingalê wesayîteke PKKê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên destpêkê, firokeyên Tirkiyê pêgehên Yekîneyên Berxwedana Şingalê ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Peyamnêrê K24ê ragihand; gumana wê yekê heye ku bombebaran serkirdeyekî PKKê kiribe armanc.

Herwiha peyamnêrê me ji zarê xelkê deverê ragihand; karwana wesayîtên berpirsê PKKê Serhed Şingalî hatiye armanckirin.