Fermangeha Medya û Zanyarî nûçeyeke rojnameya Îranî red kir

"Ti xal û bingehên Îsraîlê li Kurdistanê tune ne û mebesta belavkirina nûçeyên bi vî rengî, çêkirina kîn û nankokî ye li hember Herêma Kurdistanê."

Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê nûçeyeke çapemenî û ajansên Îranê red kir û ragihand ku ti xal û bingehên Îsraîlê li Kurdistanê tune ne û mebesta belavkirina nûçeyên bi vî rengî, çêkirina kîn û nankokî ye li hember Herêma Kurdistanê.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand: “Roja sêşemê 29ê Hezîrana 2021ê, rojnameya Keyhan a Îranî nûçeyek belav kiriye ku qaşo di êrîşeke mûşekî de li ser bingeheke Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê ya li bajarê Hewlêrê çend karmendên wê dezgehê hatine kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em nûçeyên bi vî rengî yên bêbingeh red dikin û em radigihînin ku ev nûçe rast nîne û ti xal û bingehên Îsraîlê li Kurdistanê tune ne û mebesta belavkirina nûçeyên wisa, çêkirina kîn û nankokî ye li hember Herêma Kurdistanê.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Em daxwazê ji desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê dikin ku rê li ber belavkirina têkdanên bi vî rengî bigirin ku xizmeta peywendiyên her du aliyan nake.”