Li Tirkiyê daxwaza rakirina qedexeya ser muzîkê tê kirin

Piştî 1ê Tîrmehê pê ve li Tirkiyeyê bi mebesta asayîbûna jiyanê hemû qedexe tên rakirin lê belê piştî 12ê şevê qedexe li ser muzîkê hate danîn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Piştî 1ê Tîrmehê pê ve li Tirkiyeyê bi mebesta asayîbûna jiyanê hemû qedexe tên rakirin lê belê piştî 12ê şevê qedexe li ser muzîkê hate danîn. Li ser bertek û nerazîbûnên civak û muzîkjenan, berpirsên vî welatî ragihandin qedexeya li ser muzîkê jî wê rakin lê biryar kengî were bicihanîn ne diyar e. Muzîkjenên ku demek dirêj ji ber qedexeyan bo debara mala xwe zehmetî dikşînin daxwaz dikin demildest qedexeya li ser muzîkê were rakirin.

Li Tirkiyeyê ji 1ê Tîrmehê pê ve di serî de qedexeya derketina derva û gelek qedexeyên din tên rakirin lê belê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû; piştî 12ê şevê muzîk wê were qedexekirin û heqê kesî tune ye ku kesek din aciz bike.

Tenê berdewamiya qedexeya li ser muzîkê di nav civaka vî welatî de bi taybet di nav muzîkjenan de bû sedema nîqaş û rexneyan.

Welatiyek li ser qedexeya muzîkê ji K24ê re diyar kir: “Qedexeya li ser muzîka piştî nîvê şevê dibe sedema hejariyan. Ma Korona tenê piştî 12ê şevê belav dibe. Ev qedexeyeke kêfî ye loma ez li dijî vê qedexeyê me.”

Herwiha welatiyek din jî dibêje: “Li nav bajar cîhê ku malbat zêde lê hene, derengiya şevê muzîk dibe ku bibe sedema kêşe û hin aciziyan lê belê qedexekirina li cîhên dûrî navenda bajar ne rast e.”

Welatiyekî din jî got: “Gelek kes debara xwe bi muzîkê dikin, eger ev qedexe berdewam bike rewşa gelek malbatan wê xerabtir bibe. Loma ev biryareke ne rast e.”

Li Tirkiyeyê di ser muzîkê re bi hezaran malbat debara xwe dikin, di proseya pandemiyê de ji ber qedexeyan muzikjen demek dirêj betal man û gelek kes ji ber neçarî dawî li jiyana xwe anîn.

Li gor muzîkjenê Kurd Reqso berdewamiya qedexeya li ser muzîkê, biryareke xelet e û rewşa muzîkjenan xerabtir dike

Reqso diyar kir: “Ji xwe em di rewşeke zor û zehmet re derbas bûne. Îcar vê zehmetiyê de şûna ku bêhtir alîkariya muzîkjenan bikirana, rêya hunermendan firehtir bikirana, alternatîfên nû peyde bikirina lê berevajî rêya hunermandan digirin. Bi rastî jî ev biryareke gelek şaş e. Yanê biryar nîşan dide ku berpirsên vî welatî çiqas qedir û qîmet nadin huner û hunermandan.”

Piştî nerazîbûnên xelkê li ser qedexeya muzîkê Wezîrê Tenduristiyê Tirkiyeyê ragihand ew ê qedexeya li ser muzîkê jî rakin lê belê dê kengî vê biryarê cîbicî bikin ev yek nehat diyarkirin.