Selîm Çurukkaya: Abdullah Ocalan xwendina pirtûka min qedexe kiribû

Siyasetmedar û nivîskar Selîm Çurukkaya li ser pirtûka xwe ya bi navê Ayetên Apo diyar kir ku dema ev pirtûk hat weşandin, rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwendina vê pirtûkê qedexe kir.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Siyasetmedar û nivîskar Selîm Çurukkaya li ser pirtûka xwe ya bi navê Ayetên Apo diyar kir ku dema ev pirtûk hat weşandin, rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwendina vê pirtûkê qedexe kir.

Selîm Çurukkaya li bajarê Hewlêrê, bû mêvanê bultena nûçeyan a Kurdistan24ê û li ser pirtûka xwe ya Ayetên Apo ku çend roj berê bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî hat çapkirin, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Nivîskarê pirtûka Ayetên Apo diyar kir ku dema ev pirtûk hat weşandin, rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwendina vê pirtûkê qedexe kir. Selîm Çurukkaya diyar kir: “Birayê Mehmet ev pirtûk stand, çû qehwexanê û got min ev pirtûk xwend, birîndar bû, mehekê di komayê de ma. Li Hamburgê bepirsekî PKKê ev pirtûk xwend, got tiştên di hundirê partiyê de çêbûne qebûl nakim, birîndar bû û deh roj di komayê de ma.”

Li ser armanca qedexekirina pirtûkê ji aliyê Abdullah Ocalan ve, Çurukkaya destnîşan kir: “Apo gelek tişt xera kirin, naxwazin Kurd wan tiştan bielimin, fikra wan ew bû ku kî rexne bike wî bikujin, da ku kes pirtûkê nexwîne, lê wisa nebû, bû sedema wê yekê ku ev pirtûk bi zimanê Almanî çap bibe û hemû dinya pê hesiya.”

Selîm Çurukkaya diyar dike: “Ocalan îdeolojiya wî ya taybet heye, ew dibêje tenê gotinên min rast in, gotinên din ên ku hemû Kurd dibêjin, ew gotinên dijminan in.”

Çurukkaya dibêje: “Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Ali Haydar Kaytan çend mirov in ku nemirin, 24 kes ji endamên santral ên komîteya PKKê, bi destê PKKê hatin kuştin, tenê pênc kes mane, ew jî Ocalan çi bibêje, ew dibêjin 'wisa ye serokê me’, wezîfeya wan ev e.”

Li ser pirsa “28 sal di ser nivîsandina pirtûka Ayetên Apo re derbas bûn, gelo tu ti guhertin di PKKê de dibînî?”, Selîm Çurukkaya got: “Partiyeke weke PKKê, tê de guhertin çênabe, PKK partiyeke komunîst e, li dinyayê yek partiyeke komunîst neguherî, hemû xerab bûn. Dema Stalin mir, hinek kesan gotin qey partiya komunîst biguhere, lê guhertin çênabe, hinek nerm dibe, lê paşê xerab dibe. PKK jî wisa ye.”

Selîm Çurukkaya eşkere kir: “PKK ne tenê komunîst e, hinek esatîzm e, hinek sedamîzm e, hinek kemalîzm e, hinek weke mafya ye, hinek weke terîqet e, hinek weke olî ye, ev hemû tevlihev bûn û bû PKK.”

Herwiha ddestnîşan dike: “PKK ji bo serxwebûna Kurdistanê çêbû, lê îro dixwaze kî daxwaza avakirina Kurdistanê bike, li hember wî şer bike, îro hatiye vê astê, 180 derece guherî, dibêje 'ez Tirkiyê demokratîk dikim, Sûriyê demokratîk dikim, Iraqê demokratîk dikim, Îranê demokratîk dikim', lê ew bi xwe demokrat nîne.”