Hevpeymaniya dijî DAIŞê: Eger Bexda ji me daxwaz bike, em ê vekişin

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand; her hewlek li ser jinavbirina serweriya Iraqê were dayîn, ew ê li dijî wê bisekinin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand; her hewlek li ser jinavbirina serweriya Iraqê were dayîn, ew ê li dijî wê bisekinin û diyar kir: “Em serweriya Iraqê diparêzin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ji televîzyona iraqî ya El Hurre re ragihandiye: “Me ji fermandarên Iraqê re gotiye ku em pabend in bi parastina dîplomatkar, navendên dîplomasiyê û binkeyên serbazî yên artêşa hevpeymanan.”

Wayne Marotto diyar kiriye: “Dema êrîşî me were kirin, em ê berevaniya xwe bikin ji bo jiholêrakirina metirsiyan.”

Li ser siberoja wan hêzên ku li Iraqê ne, Marotto gotiye: “Em li ser vexwendina hikûmetê li vê derê ne û çi wext ji me bixwazin ku em derkevin, em ê vekişin.”