DAIŞê li Enbarê çar kes kuştin

Çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Enbarê çar kes kuştin û sê kes jî birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Enbarê çar kes kuştin û sê kes jî birîndar kirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji parêzgeha Enbarê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Derengê şeva borî, çekdarên DAIŞê li navçeya Hedîse ya ser bi parêzgeha Enbarê çar kes kuştin û sê kes jî birîndar kirin.”

Heman çavkanî eşkere kir: Ew kes dema bi masîgirtinê ve mijûl bûn li ser bendava Hedîse, çekdarên DAIŞê êrîşî wan kirine.”

Qaymeqamê Navçeya Hedîse Mebrûk Cixêfî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand; birîndarên wê êrîşa DAIŞê, ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneya giştî ya Hedîse.