"Li Diyarbekirê 200 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bêpar man"

Ji aliyê Sendîqeya Perwerdehiyê ve derbarê bandor pandemiyê ya li ser perwerdehiyê de raportek hat parvekirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Sendîqeya Perwerdehiyê ve derbarê bandor pandemiyê ya li ser perwerdehiyê de raportek hat parvekirin. Di raportê de hat amajekirin ku seranserê cîhanê pandemiyê bandoreke neyînî li ser perwerdehiya %90ê zarokan kiriye li Tirkiyeyê jî herî zêde bandora neyînî zarokên Kurd dîtine.

Sendîqeya Perwerdehiyê ya Şaxa Diyarbekirê derbarê bandora pandemiyê ya li ser Perwerdehiya Serdema 2020-2021an de raportek ji raya giştî re parve kir. Di raportê de hat amajekirin ku ji 1 milyar û 600 milyonî zêdetir ê zarokan bi awayeke neyînî ji pandemiyê bibandor bûne ku ev yek %90ê zarokan e. Her wiha bal hate kêşan ku 10 milyon zarok hatine wê astê ku dest ji dibistanê berdin.

Sekreterê Sendîqeya Perwerdehiyê Yê Şaxa Diyarbekir Volkan Tûncer di aşkerekirina raportê de da zanîn ji berk u gelek zarok ji perwerdehiyê dûr man vê yekê rê li ber vekir ku zarokên karker zêde bibin.

Sendîqeya Perwerdehiyê di raportê de da zanîn ku  li Tirkiyeyê jî bandorên pandemiyê ji ber newekheviyê kurtir xwe da der ku wek mînak li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê ji 500 hezar xwendekaran 200 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bê par man ku perwerdekar Fesîh Zîrek dibêje  ji xwe zimanê wan ê zikmakî kurdî ye û ji ber ku bi tirkî perwerdehiyê dibînin bo wan dibe pirsgirêk. Li gel vê jî derfetên wan jî kêm bûn.

Li gorî raportê li li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di navbera 21ê Îlona sala 2020an û 30ê Avrêla sala 2021an de 4 milyon xwendekar ji perwerdehiyê bêpar mane û raport balê dikêşe ku ev rêje daneya fermî ye û di rastiyê de rêje gelek bilindtir e ku ev yek dê di pêşeroja civakê de bi awayeke neyînî xwe bide der.