Ji ber bomebaran Tirkiyê, elektirîk li ser çend gundên binarê Qendîlê hat birîn

Firokeyên şer ên Tirkiyê binarê çiyayê Qendîlê bombebaran kir û ziyaneke mezin gihande tora elektirîkê.

Enqere (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê binarê çiyayê Qendîlê bombebaran kir û ziyaneke mezin gihande tora elektirîkê li wê navçeyê û elektirîk li ser hejmarek gund hat birîn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, derengê şeva borî firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê li binarê Qendîlê bombebaran kirin û di encamê de elektirîk li ser gundên Zargelê, Bukrîskan û Lêwje li navçeya Wertê hat birîn û ziyan gihîşt riyên sereke jî.

Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê piştrast kir, di encama bombebarana Tirkiyê de, elektirîk li ser wan gundan hat birîn û ziyaneke mezin gihîşt tora elekitîkê.