Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 kes ji gundekî Efrînê revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.
Gundê Behdîna - Efrîn
Gundê Behdîna - Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 30 Hezîrana borî bi ser gundê Behdîna yê li navçeya Raco de girt û bi armanca standina fidyê ji wan, 3 gundî revandin.

Kesên hatine revandin, Osman Xelîl Çerçî, Hesen Husên Xoce û Ehmed Mihemed Hespîro ne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bi cih bikin.