Huda Par: Tirkiye jî berpirsê neheqiyên li Rojava ye

Yapicioglu derheqê binpêkirina mafên mirovî li Rojavayê Kurdistanê de ku ji hêla grûbên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve pêk tên got: Ev zilmek e û Tirkiye jî ji vê zilmê berpirs e.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê çareserkirina pirsa Kurd de bal kişand ser girîngiya destûreke nû û amaje kir pêwîst e di destûra nû de navê Kurdan were nivîsandin, Kurdî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî. Yapıcıoglu amaje kir pêwîst e dewleta Tirkiye cîhê mezelên Şêx Seîd û serkirdeyên din ên Kurd ku ne diyar in eşkere bike û lêborînê ji Kurdan bixwaze. Serokê HUDA PARê der barê binpêkirinên mafên mirovî li Rojavayê Kurdistanê de ku ji aliyê grûbên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve tê kirin amaje kir, wan ji rayedarên Tirkiyê re gotiye: “Hûn jî berpirsê binpêkirinan in, lazim e pêşiya grûbên çekdar hûn bigirin.”

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu der barê meseleya Kurd û mijarên siyasî yên li nav Tirkiyeyê de ji Kurdistan24 re axivî.

Bi nêrîna Serokê HUDA PARê ji bo çareserkirina meseleya Kurd pêdivî bi guhertina destûrê heye, lazim e di wê destûrê de statuyeke Kurdan hebe.

Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Beriya niha me serdana birêz Erdogan kiribû. Me di wê serdanê de jî gotibû, 'Hûn dibêjin kêşeya Kurd nema lê hûn xelet in, kêşeya Kurd nehatiye çareserkirin. Lazim e demildest were çareserkirin.' Vêga di destûra heyî de tenê zimanê Tirkî zimanê fermî ye. Em dibêjin lazim e ev bê guhertin. Zimanê Kurdî jî divê bibe zimanê fermî yê duyem.  Di destpêka destûra niha de belkî 20 caran Tirk û Tirkayetî derbas dibe. Ev ziman, zimanekî nîjadperest e. Lazim e ev ziman bê guhertin. Em dibêjin, Kurd miletekî ye navê Kurdan jî di destûra nû de divê were nivîsandin. Yanê hewce ye Kurd di destûrê de wek damezrînerê vê dewletê were nivîsandin û navê Kurdan tê da were naskirin. Ev jî wê statuyekê bide miletê Kurd jî. Yanê wê Kurd bêjin, “Tirk çiqas xwediyê vê dewletê bin, xwediyê çi mafî bin em jî xwediyê wî mafî ne.” Li gel vê divê rol û erka rêvebiriyên herêmî bên zêdekirin, xurtkirin, tesîra navendî li ser rêvebiriyên herêmî bên kêmkirin.”

Zekeriya Yapicioglu ji bo eşkerekirina cihê mezelên serkirdeyên Kurd de bang li dewleta Tirkiyê kir û got: Pêwîst e dewlet lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Yapicioglu destnîşan kir: “29ê Hezîranê salvegera darvekirina şehîd Şêx Seîd bû. Hê cîhê mezelê wî ne diyar e. Ne bi tenê yê Şêx Seîd, cihê mezelên Seîdê Nursî yan jî bi navê din Saîdê Kurdî, Seyîd Riza ne diyar in. Em dibêjin, zilm li wan însanan hatiye kirin. Ne tenê di saxiya wan de piştî mirinê jî zilm li wan berdewam bûye. Kêlekekî wan tune ye ku hezkiriyê wan miletê wan Kurd here fatihayekê li ser gora wan bixwîne. Ev zilmeke mezin e. Dibêjin îadeî îtîbar, yanê di dilê miletê de jixwe ew bi îtîbar in. Lazim e dewlet ji wan lêborînê bixwaze. Ne ku îadeî îtîbar. Yanê îadeî îtîbar weke ku ew kes ne xwediyê îtîbarê ne, dewlet îtîbarê dide wan. Na em dibêjin, dewlet zilma li wan însanan kiriye dewlet îtîbara xwe hinda kiriye. Ji bona dewlet li îtîbara xwe vegere lazim e dewlet ji wan lêborînê bixwaze. Bila bêje “Ev zilm bû, pêşiyên me zilm kirine, lê em ne şirîkê vê zilmê ne.”

Yapicioglu derheqê binpêkirina mafên mirovî li Rojavayê Kurdistanê de ku ji hêla grûbên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve pêk tên got: Ev zilmek e û Tirkiye jî ji vê zilmê berpirs e.

Zekeriya Yapicioglu diyar dike: “Em dibihîsin li wê derê grûbên çekdar ku Tirkiye piştgiriya wan dike zilmên mezin, neheqiyên mezin dikin. Dema me berpirsên hikûmeta Tirkiyê dît me ev anî ziman û me ji wan re got. Ew grûbên ku hûn piştigiryê didin wan, zilma dikin û ew jî li ser navê we tê nivîsandin. Hûn jî berpirs in, Xwedê hisabê wê ji we bipirse û milet jî dê ji we bipirse. Eger hûn piştgiriyê didin wan lazim e pêşiya wan bigirin û hûn nikarin wan asteng bikin nexwe piştgiriyê nedin wan.”

Serokê HUDA PARê li ser hilbijartineke pêşwext got: Îhtimaleke mezin payîza 2022an hilbijartin dê bê kirin û amaje kir wan heta niha bi tu partiyên siyasî re li ser mijara tifaqê neaxivîne lê deriyên wan bo tifaqê jî vekiriye.