Baregeha Eyn Esed rastî êrîşeke mûşekî hat

Di çend rojên borî de berpirsên Heşda Şeibî gefa tolhildanê li Amerîka xwaribûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, îro baregeha asmanî ya Eyn Esed bi 3 mûşekên din hat armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, mûşek li derdora baregeha Eyn Esedê ketine.

Ev êrîşa mûşekî ya li ser baregeha Eyn Esed di demekê de ye, Iraq di qonaxeke dijwar re derbas dibe û di çend rojên borî de berpirsên Heşda Şeibî gefa tolhildanê li Amerîka xwaribûn.

Herwiha di destpêka vê hefteyê de, serkirdeyê diyar ê Heşda Şeibî, Hadî Amirî ragihand, divê Amerîka ji xaka Iraqê vekişe.

Baregeha Eyn Esed a asmanî, duyem mezintirîn baregeha leşkerî ya asmanî li Iraqê ye û li parêzgeha Enbarê dikeve. Hêzên Amerîkayê tê de ne û di van demên dawî de çendîn car bûye armanca êrîşan.