Aborînas: Tirkye da ku hinardeya xwe bilind bike nirxê Lîreyê kêm dike

Tirkiye ragihand di 6 mehên dawîn de asta hinardeyê ji sedî 40 bilind bûye û 105 milyar dolar dahat bi dest xistiye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tirkiye ragihand di 6 mehên dawîn de asta hinardeyê ji sedî 40 bilind bûye û 105 milyar dolar dahat bi dest xistiye. Aborînas jî dibêjin eger ew dahat di nava aboriya hilberîner û veberhênanê de nemîne, wê bibe sedama şikestinên nû û kêmbûna asta qezenca xebatkarên bi mûçe.

Wezîrê Bazirganiyê ya Tirkiyê Memhmet Muş diyar kir di warê hinardeyê de Tirkiyê di 6 mehên dawîn de rekorta Komara Tirkiyê hatiye şikenadin. Muş dibêje, di 6 mehên dawîn ya sala 2021an de ji sedî 40 hinardeya Tirkiyê bilind bûye û 105 milyar dolar pere bi dest xistine. Gelo sedema bilindbûna asta hinareya Tirkiyê çiye û aborînas çawa dinrixînin?

Aborînas Turgay Turker li ser amarên hinardeyê yên Wezareta Bazairganiyê dibêje; Tirkiye dixwaze vê proseya pandemiyê û nebûna Çînê ya di qada cîhanê de wekî fersendekê bi kar bîne, loma hemû giraniya dide hilberîne da bibêje ez alternatîfek im û amade me hemû berhemên xwe yên çandiniyê û pîşesaziyê biforşim hemû cîhanê.

Aborînas Turgay Turker ji K24ê re got: “Tirkiye dibêje ev amar encamên pozîf in ên bernameya navîn ya aboriyê ku berê hatine ragihandin. Tirkiye di heman demê de ji ber pandemiyê û ji ber Çîna ku vê gavê xwe li dinyayê asê kiriye dixwaze di warê hinardeyê de bibe wek alternatîfekê. Rewşa Çînê û pandemiyê ji xwe re wekî fersendekê dibîne loma jî giraniya xwe daye ser hinardeyê.”

Li gorî aborînas Enes Ozkan jî eger Tirkiye pereyên ji hinardeyê bi dest xistiye veneguherîne hilberînê û veberhênanên mayînde, ji ber bilindbûna enflasyonê kêmbûna nirxê lîre, wê aramiya aboriyê pêk neyê û barê karmend û xebatkarên bi mûçe kar dikin hîn girantir bibe û rê li ber şikestinên nû veke.

Aborînas Enes Ozkan dibêje: “Ev reqamên hinardeyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine ragihandin yanî 105 milyar dolar di şûna hilberînê de di tora fînansê de bêne bikaranîn wê Tirkiye bikeve nav proseyeke xedar. Tirkye lîstikeke xeternak dilîze, da bikaribe hinardeya xwe bilind bike nirxê lîre kêm dike. Êv rêbaz ji aliyê Çînê ve dihate bikaranîn. Lê li Tirkiyê ev rêbaz encamên pozîtîf nade.”

Bi boçûna aborînasan pêwîst e ev dahata ji hinardeyê, di qada aboriya hilberîner de were bikaranîn yan na tû feydeya wê bo aboriya Tirkiyê çênebe. Û herwiha dibêjin ev yek rîskeke mezin e ku Tirkiyê ji bo asta hinardeya xwe bilind bike nirxê lîre kêm dike. Dema nirxê lîre kêm dibe hilawesan û faîz bilind dibin û ev jî dibe sedema bihabûna jiyana rojane li Tirkiyê. Yanî aborînas dibêjin aramî ne di lîstika kêmkirina nirxê lîre de di veberhênanên mayînde de ye.