Encûmena Asayişê mikurhatinên teroristekî DAIŞê belav dike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê danpêdanên teroristekî DAIŞê belav kir ku plan kiribû êrîşî ser Rêveberiya Dijeterorê li Hewlêrê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê danpêdanên teroristekî DAIŞê belav kir ku plan kiribû êrîşî ser Rêveberiya Dijeterorê li Hewlêrê bike.

Wek aşkere dibe, ew teroristê DAIŞê plan danîbû bi riya wê êrîşê girtiyên DAIŞê ji girtîxaneyê rizgar bike.

Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, navê terorist Sebhan Ebdulselam e û bi keda tîmên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê berî ku êrîşa xwe ya li nava bajarê Hewlêrê bike, hate desteserkirin.

Diyar kir jî, wî teroristî li wê yekê mikur hat ku pêwendiyên wî bi serkirdeyên DAIŞê re hebû û xelîfeya DAIŞê bi xwe ew ji bo êrîşkirina li ser Hewlêrê raspardibû.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê dilniya dike ku Dijeterora Kurdistanê û hêzên ewlehiyê her dem çavvekirî û amade ne xelkê û mal û milkên wan û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ji her gef û metirsiyekê biparêzin.