Fêsel Yûsif: Divê “Diyaloga Sûrî” ne bi aliyekî tenê re be

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê: Diyaloga Sûrî li Cenêvê di navbera rêjîm û hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re heye, nabe diyalog tenê bi aliyekî re be.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Fêsel Yûsif radigihîne, diyaloga Sûrî li Cenêvê di navbera rêjîm û hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re heye, nabe diyalog tenê bi aliyekî re be.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Fêsel Yûsif beşdarî bultena Kurdistan24 bû û derbarê pirsa êrîşên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tên kirin û mana hêzên Hevpeymanan de got: “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di vê qonaxa niha de li Sûriyê dimînin, ji ber ku tevî DAIŞ hatiye şikandin jî, lê hîna tevgera wan li navçeyên Sûriyê yên cuda heye. Ligel wê jî bi hezaran malbatên DAIŞê li herêmê girtî ne û karê Hevpeymaniya Navdewletî bi dawî nebûye. Ji bilî çekdarên DAIŞê, mîlîşyayên Heşda Şeibî û mîlîşyayên ser bi Îranê ve jî li Sûriyê û bi taybet li derdora Dêrazorê hene.”

Li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyê Lavrov a derbarê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de, Fêsel Yûsif got: “Em jî wek ENKSê her dem bi çareseriyeke siyasî re ne. Lê dema bi gerentiyeke navdewletî diyalogek li Cenêvê tê kirin ku Rûsya jî beşek jê ye û destûreke nû tê danîn, ev diyalog di navbera rêjîma û hemû aliyên opozîsyonê de ye, em dixwazin çareserî li seranserî Sûriyê be û mafê gelê me tê de pêk were û di destûrê de were parastin. Çareseriya siyasî eger ne ji bo seranserî Sûriyê be, bi aliyekî tenê re pêk nayê”

Derbarê man û rola Amerîka li Rojavayê Kurdistanê, Fêsel Yûsif got: “Mana Amerîka gelekî girîng e, eger Amerîka giraniya xwe nexe, pirsgirêka Sûriyê bi dewletekê wek Rûsya yan Tirkiyê bi tenê çareser nabe. Amerîka serkêşiya hevpeymaniyeke mezin dike û hebûna wê dê gerantiyê bide her çareseriyekê.”

Li ser pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî de, Fêsel Yûsif got: “Aliyê Amerîka piştevaniya diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de dike û ev piştevaniya wê cihê rêzgirtinê ye. Lê ji dema hilbijartinên Ameîrka de ev diyalog rawestiye û di vê heyamê de çekdarên ser bi PYDê ve hin binpêkirin bi mafê ENKSê de kirin. Em niha li benda aliyê Amerîkî ne ku destêwerdanê bike û van binpêkirin rawestîne û careke din diyalog dest pê bibe.”

Fêsel Yûsif tekez kir jî: “Em diyalogê ne tenê ji bo diyalogê dixwazin, divê bê gotin yan em ê li hevdu bikin, yan em li hevdu nakin. Em dibînin ku divê di demeke nêzîk de pirsgirêkên hene çareser bikin û bikarin bi hevdu re hevpariyeke rasteqîne dirust bikin, ne ku em bibin beşek ji Rêveberiya heye.”

Herwiha got: “Eger di çend salên borî de astengî li pêş ENKSê nehatine kirin, dibe ewqas em ne êşiyana û xelkê me yê Efrîn û Serê Kaniyê koçber nebûbana û ew guhartina demografî nebûba. Niha jî divê bi çavdêriya Amerîka û civaka navdewletî em bikarin armancên gelê xwe pêk bînin. Danîna astengiyan û kuştina Emîn Îsa ku cihê şermezariyê ye, divê nehatana kirin. Eger helwesta me yek be, em ê bikarin di çarçoveya çareseriya siyasî ya Sûrî de xwe biparêzin.”

Li ser rewşa Efrînê, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê got: “Ji berî ketina leşkerên Tirkiyê û çekdarên pê re di Efrînê de, me 13 daxuyanî belavkirin, ta ku rê li ber wan were girtin. Mixabin PYDê jî guh neda dengê me. Me pirsa leşkerên Tirkiyê û çekdarên pê re şermezar kir. Heta îro jî, me dengê xwe gihandiye Rûsya û Amerîka ku rêkeftinên wan bi Tirkiyê re hene, da ku xelkê wan herêma biparêzin û rê li ber guhartina demografî bigirin û koçberên wan vegerînin. Em van binpêkirinan şermezar dikin û me bi sedan rûpel binpêkirinên ku tên kirin pêşkêş kirine.”