Bi hevkariya K24ê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî li Moskoyê li dar dikeve

Mosko (K24) – Bi hevkariya Dezgeha Kurdistan24 ya Ragihand û Lêkolînan, Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Mosko Paytexta Rûsya tê lidarxistin.

Di wê derbarê de Endama Komîta Amadekar a festvalê Gulistan Gerdenzerî ji K24ê re got: “Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Mosko roja 21 Tîrmehê dest pê dike û heta 25ê heman mehê berdewam dibe. Heta niha 35 fîlm hatine hilbijartin ji bo beşdariyê di festîvalê de bikin.”

Gulistan Gerdenzerî diyar kir, piraniya amadekariyên birêvebirina festîvalê hatine kirin û Komîteya Amadekar niha kar li ser dabînkirina vîzeyan ji beşdarbûyên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê û Ewropayê dikin û heta niha zêdetir ji 50 akter, derhêner û hunermendan hatine vexwandin.”

Biryar bû Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê di meha Gulana sala borî de bihata kirin, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatibû paşxistin.