Serokomarê Qibrisa Bakur serdana Diyarbekirê kir

Ersîn Tatar di serdana xwe de çû şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê.
Serokomarê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar li Diyarbekirê, wêne: K24
Serokomarê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar li Diyarbekirê, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Serokomarê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar serdana Diyarbekirê kir. Ersîn Tatar di serdana xwe de çû şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê û anî zimên ku ew keyfxweş e ji ber ku ew li Diyarbekirê ye û amaje kir ku Diyarbekir bajarê şaristaniyan e.

Serokomarê Qbirisa Bakur a Tirk Ersîn Tatar serdana bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Elezîz, Meletî û Diyarbekirê kir.

Di serdana xwe ya Diyarbekirê de Serokomarê Qibrisê serdana şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê kir. Ersîn Tatar li Pira Deh Derî geriya û paşê jî çû Mizgefta Mezin a Diyarbekirê û li vê derê nimêj kir.

Piştî nimêjê Tatar daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya xwe de Ersîn Tatar anî zimên ku ev cara yekem e Diyarbekirê dibîne û da zanîn ku demeke dirêj bû wî dixwest Diyarbekirê bibîne û ji wî re mereq bû ku çanda Diyarbekirê û şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê bibîne û ew keyfxweş e ku li Diyarbekirê ye û amaje kir ku Diyarbekirê mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û ji aliyê dîrokê ve jî bajareke dewlemend e û bajarê pêkvejiyanê ye û wî bajarê Diyarbekir gelek ecibandiye.