Li Îranê xeta veguhestina petrol û gazê teqiya

Di encama bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li başrûê Îranê boriyeke xeta veguhestina petrolê teqiya û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor medyaya Îranê, Parêzgarê Bajarê Şûşê Ednan Xezî ragihandiye ku bûyer di encama teqîna lûleyeke gazê de li wêstgeha xeta veguhestina petrol û gazê ya navbera her du gundên Beyt Ecem û Mez'el Zemdî yê ser bi parêzgeha Şûşê rûdaye û di encamê de 3 karkerên kompaniya petrol û gazê mirine, ku karê paqijkirina boriyan dikirin.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 4 kes jî bi giranî birîndar bûne, ku li jûra tenişta cihê teqînê bûne.

Piştî bûyerê, Wezîrê Petrolê yê Îranê Bêjen Zengene ji Rêveberiya Giştî ya Kompaniya Petrolê daxwaz kir ku lêkolînê li ser sedemên vê bûyerê bike û girîngî bide tendirustiya birîndaran.