Pentagon: Êrîşên dronan bûne gefeke cidî

"Niha dronên bombekirî, bûne metirsî li ser serbaz û binkeyên me yên serbazî û dîplomatkarên me û hevbeşên Amerîkayê yên li navçeyê."

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand; sedema êrîşên 27ê meha borî bo ser 3 baregehên milîsên Hîzbullah û Ketayîbê Seyîdulşuheda yên li Iraq û Sûriyê ew bû ku Serokê Amerîkayê baş dizane ku niha dronên bombekirî, bûne metirsî li ser serbaz û binkeyên serbazî û dîplomatkarên wan û hevbeşên Amerîkayê yên li navçeyê.

John Kirby diyar kir; ew sê baregehên serbazî yên ku hatine armanckirin, cihên wan dronan bûn ku milîsên ser bi Îranê ji wan deran êrîşên xwe encam didan.

Kirby li ser civîna rayedarên welatê xwe ligel şanda Erebistana Siûdî ti hûrgiliyek eşkere nekir, lê belê ev gotinên wî, hevdem e ligel gefên Fermandarê Ketayîbê Seyîdulşuheda yên li hêzên Amerîkayê yên li Iraq, Herêma Kurdistanê, Kuweyt, Urdin û Erebistana Siûdî, ku gefa tolhildana êrîşên esmanî yên Amerîkayê yên li ser binkeyên serbazî xwar.