Omêd Xoşnaw: Hewlêr bi karê tisonek naheje

Parêzgarê Hewlêrê: Dezgehên me yên asayişê bihêz in û ti tiştek bandorê li ser Hewlêrê nake.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêde Xoşnaw piştî êrîşa şeva borî li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, “Hewlêr aram e û bi vî karê tirsonek naheje.”

Şeva borî bi droneyekê êrîş li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate kirin û di wê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê Omêde Xoşnaw raghand, “Ev êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, êrîşeke teroristî ye û wê şermezar dikin. Xwebextane ti ziyaneke giyanî nebû.”

Got jî: “Hewlêrê aram e û bi vî karê tirsoneke naheje. Rast e Hewlêr wek navendeke biryara siyasî ya Herêma Kurdistanê rastî êrîşên teroristî tê, lê baweriya me heye ku dezgehên me yên asayişê bihêz in û ti tiştek bandorê li ser Hewlêrê nake.”

Parêzgarê got jî: “Divê Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Iraqê Herêma Kurdistanê û bi taybetî Hewlêrê zêdetir biparêzin.”

Dije Terora Kurdistanê ragihand; bi firokeyeke bêfirokevan êrîşek bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirin. zirar negihiştiye canê ti kesî û tenê agir li pûş û pelaşan ketiye.