Bereya Aştî û Azadiyê: “PYD rê neda şandeke me derbasî Herêma Kurdistanê bibe”

Rêveberiya deriyê Sêmalka yê sînorî rê neda şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
Civîna ragihandina Bereya Aştî û Azadiyê
Civîna ragihandina Bereya Aştî û Azadiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya deriyê Sêmalka yê sînorî derbasbûna şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ji Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê qedexe dike. Bereya Aştî û Azadiyê jî vî karî şermezar dike.

Desteya Serokatiya Bereya Aştî û Azadiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di zînceya kiryarên ne berpirsiyane û rêznegirtina li nêrînin aliyê din de ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve, rêveberiya deriyê Sêmalka yê sînorî roja 5ê Tîrmeha 2021ê rê neda şandeke Desteya Serokatiya Bereya Aştî û Azadiyê derbasî Herêma Kurdistanê bibe.”

Bereyê diyar kir, şandeya wan bi armanca beşdarbûna di civîna asayî ya bereyê de ku bi boneya derbasbûna salekê li ser damezirandina wê bereyê tê girêdan, berê xwe dabû Herêma Kurdistanê.

Bereya Aştî û Azadiyê diyar kir, şanda wê ji nûnerê Teyar El-Xed, Encûmena Erebî li Cizîrê, Rêxistina Asûrî û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêk hatibû.

Bere di daxuyaniya xwe de got: “Em di Bereya Aştî û Azadiyê de vî karî şermezar dikin û dibînin ku armanca wê nehîştina jiyana siyasî ye û dikeve bin siyeseta serkutkirin û astengîkirina azadiyan de û li dijî rêzikên karê rêxistinî û siyasî ye.”

Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin de ye. Bere roja 29.7.2020an li Qamişlo hat ragihandin û ji ENKS, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed, Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt pêk tê.