Gera 16emîn a danûstandinên Astanayê birêve diçe

Pirsên gihandina alîkariyên mirovî û mîkanîzma agirbestê tên gotûbêjkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Gereke din a danûstandinên Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de li Paytexta Kazixistanê birêve diçe û Nûnerê Rûsyayê dibêje, divê alîkariyên mirovî di riya Şamê re derbasî Sûriyê bibin.

Gera 16emîn a danûstandinên Astanayê îro û sibe (7 û 8 Tîrmehê) li bajarê Nur-Sultan Paytexta Kazixistanê bi amadebûna şanda hikûmet û opozîsyona Sûriyê û bi çavdêriya Netewên Yekgirtî û her sê welatên gerentîkar (Rûsya, Tirkiye û Îranê) bi rê ve diçe.

Di vê gerê de, careke din gihandina alîkariyên mirov, pirsa vegera penaberan û pêşxistina mîkanîzma agirbestê li devera kêmkirina aloziyan werin gotûbêjkirin.

Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, welatê wî dixwaze mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî di riyên sînorî re werin rawestandin, ji ber ku ew digihin destê grûpên terorist. Divê alîkarî bi riya Şamê re derbas bibin.

Ji aliyê xwe ve, Tirkiye jî ji ber helwesta xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, red dike alîkariyên mirovî di riya Til Koçerê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi gerentiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura li Astana Paytexta Kazixistanê di navbera şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû.

Tevî ku danûstandinên Astanayê ji bo çareseriya siyasî destpê kiribû, lê welatên gerentîkar zêdetir pirsên leşkerî dixin karnameyên wê û lihevkirinên ji piştî her gerekê tên encamdan, di pirsên leşkerî û kişandina nexşeya leşkerî li ser erdê de dibin.