Serkeftina xwendekarên Kurd li Helebê deng veda

Hejmareke mezin ji xwendekarên Kurd yên bajarê Helebê dixwînin û bi taybet xwendekarên Efrînê, puanên bilind bi dest anîn.
Beşek ji xwendekarên serkeftî
Beşek ji xwendekarên serkeftî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê encamên ezmûnên pola bekelorya (lîse) belav kirin û hejmareke mezin ji xwendekarên Kurd yên bajarê Helebê dixwînin û bi taybet xwendekarên Efrînê, puanên bilind bi dest anîn.

Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê duhî encamên bekeloryayê belav kirin û serkeftina xwendekarên Kurd yên bajarê Helebê ezmûnên xwe pêşkêş kirine, li tora civakî “Facebook” dengek veda û karvedaneke erênî li pişt xwe anî û bû cihê dilxweşiyê, bi taybet ku tevî rewşa jiyanê ya zehmet, rewşa aboriyê ya xirap û hejariyê, Kurdên li Helebê dimînin girîngiyeke mezin didin xwendinê.

Berî sala 2011an, derdora nîv milyon Kurd ku piraniya Kurdên Efrînê bûn li bajarê Helebê dijiyan. Piştî şerê navxweyî li Helebê di navbera çekdarên opozîsyon û rêjîmê dest pê kir, taxên Kurdan û bi taybet di Buhara 2013an de gelek caran ji aliyê grûpên opozîsyonê ve hatin topbarankirin û hejmareke mezin ji Kurdan berê xwe dan Efrînê û mal û milkên xwe li pişt xwe hîştin. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, careke din beşeke mezin ji Kurdan vegeriyan Helebê û lê bi cih bûn.

Puanên bekelorya (beşa zanistî) ji 240 ye, gelek xwendekaran di ser 235 puanan re bi dest xistine. Li gor çalakvanên tora civakî, encamên serkeftiyan wiha ne:

Ronî Mideris Mihemed: 240 ji 240

Avrîn Bêreqdar Reşîd: 239.4

Hişam Hac Ebdo: 239.4

Rojîna Nesredîn Henan: 239.1

Remzî Cemal Xelîl: 239.1

Rodî Nezîr Sinî: 239

Nor Murad: 239

Can Ehmed Faris: 238.7

Arif Bekir: 238.1

Hêva Ednan Heyder: 237.7

Nisrîn Adil Hesen: 237

Dawûd Mihemed Dawûd Hiyamî: 237

Hesen Elî Îd: 236.6

Idrîs Fethî Osman: 236.6

Lîlav Mehmûd Dawûd: 235.5

Rûhêv Cemal Mihemed: 235.4

Êva Neşet Ebdo: 235.2

Ebdulla Mehmûd Holîlo: 235.2

Ronî Dehdo: 235.1

Firas Recep Osman: 235