Parlemantoya Ewropayê: Divê Tirkiye rêzê li opozîsyon û HDPê bigir

Parlementoya Ewropayê li Fransayê li ser HDPê, rewşa muxalefetê û kiryarên hikûmeta Tirkiyê kom bû.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di dema ku li Tirkiyê dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piroseya girtinê dest pê kiriye û kiryarên hikûmeta vî welatî tên şermezarkirin Parlementoya Ewropayê bi van mijaran cîvîneke 3 rojan pêk anî û dijî Tirkiyê daxuyaniyên neyînî û şermezariyê hatin parvekirin. Li gorî beşek pisporan ger Tirkiye berdewam guh nede Ewropa dê heyameke rageş re rû bi rû bimîne. HDP jî ku Ewropayê hevdîtinên girîng pêl anîne dibêje ger guherîn nebin dê Tirkiye bê sizakirin.

Li Tirkiyê di heyama ku prosaya girtina partiya demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kiriye û fişarên li ser muxaleftê zêde bûne Parlementoya Ewropayê li Fransayê li ser HDPê, rewşa muxalefetê û kiryarên hikûmeta Tirkiyê kom bû. Di destpêka civînê de nûnerê payevilind yê polîtîkayên karên derve û ewlehiya Yekitiya Ewropayê Josep Borell ragihand ku tevî du biryarên Dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş nehatiya azadkirin proseya girtina HDPê û daxwaza qedexeyê bo 451 endam û rêveberên HDPê binpêkirina mafê 6 milyon dengdêran e û cihê dilgiraniyê ye. Di berdewamiya axaftina xwe e Borell ragihand ku hikûmeta Tirkiyê di demên dawî de ji ber bêdengkirina muxalefetê berovajî çaksaziyan û rêgezên endamtiya Parlementoya Ewropayê tev digere.

Li gorî pisporan Tirkiyê her biryarên Parlamentoya Ewropayê û Yekitiya Ewropa başguh dike ev yek dê rojên aloz bi Tirkiyê bi xwe re bîne.

Pispora Pêwendiyên Navdewletî Doç. Dr. Başak Yavcan ji K24ê re got: “Berê di parlementoya Ewropayê de welatên piştavanên Tirkiyê jî hebûn. Lê belê niha hemû endamên Parlementoya Ewropayê di warê serdestiya hiqûq, mafê mirovan, fişarên li ser muxalefetê û ji ber girtî mayîna siyasetmedaran nerazîbûna xwe nîşanî Tirkiyê didin. Tirkiye mixabin ev heyameke biryarên parlementoya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê paşguh dike ji ber vê yekê jî di civîna dawî de jî dijî Tirkiyê dê biryarên girîng bên ragihandin.”

Ligel vê yekê Cîgira hevserokên HDPê ya polîtîkayên derve û parlementera Êlihê Feleknas UCA ku ev çend hefte bûn li parlementoya Ewropayê hevdîtin pêk anîne amaje pê dike ku hemû dewletên di parlementoya Ewropayê de kiryarên Tirkiyê dibîin û nerazîne ji ber vç êendê ger heta meha Îlonê Demîrtaş û Kavala neyên berdan û guherîbûneke erênî nebe teqez dê gemaro ser Tirkiyê bên karîgerkirin.

Cîgira Hevserokên HDP ya Polîtîkayên Derve Feleknas Uca dibêje: “Di van demê dawî de herî zêde di nava dewletên yekitiya Ewropayê de li ser Tirkiyê Nîqaş tê kirin. bêhiqûqiya Tirkiyê, pirsgirêkên msafê mirovan, pirsgirêka demokrasiyê hemû tişt tê nîqaşkirin. Di meha Îlonê de konseya ewropa komîteua wezîran wê nîqaşeke nû dest pê bike û cê carê li ser biryarên derbarê Tirkiyê de vere sitandin.”

Herwiha di 18ê Gûlanê de jî parlementoya Ewropayê dijî Tirkiyê raporteke berfireh ku 30 rûpelan pêk dihat parve kiribû û div ê raportê de jî di warê mafê mirovan de cibicînekirina biryarên dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê de serdestiya hiqûq û tundiya li ser muxalefet û Kurdan de rexneyên Tun dli Tirkiyê hatibûn kirin û amaje pê hatibû kirin ku pêwendiyên Tirkiyê û yekitiya Ewropayê sala xwe ya herî xirab de ye û bi awayeke serkeftî birêve naçin.