Fransa: Êrîşên milîsan nayên qebûlkirin

Fransa zêdebûna êrîşên milîsan li dijî berjewendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq weke "nayê qebûlkirin" bi nav dike.

Hewlêr (K24) – Fransa zêdebûna êrîşên milîsan li dijî berjewendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq weke "nayê qebûlkirin" bi nav dike.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand: “Zêdebûna êrîşan li dijî nûnerên dîplomasiyê û bingehên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê nayê qebûlkirin û em bi awayê herî tund şermezar dikin.”

Fransa radigihîne ku êrîşên bi vî rengî seqamgîriyê xera dike û hemû welatiyên Iraqê dike armanc. Herwiha tekez dike ku karên Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de bi hevkariya hevbeşên xwe berdewam dike, herwiha Fransa tekezî li serweriya axa Iraqê û seqamgîriya Herêma Kurdistanê dike.