Li Diyarbekirê amadekariya hatina Erdogan tê kirin

Bi mebesta hatina Recep Tayyip Erdogan, hem rêyên ku tê re derbas dibe, hem jî ciyên ku dê serdan bike û lê gotar bide tên guncinandin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24)  - Biryar e Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 9ê Tîrmehê de serdana Diyarbekirê bike û li bajêr beşdarî bernameyên cuda bibe.

Bi mebesta hatina Recep Tayyip Erdogan, hem rêyên ku tê re derbas dibe, hem jî ciyên ku dê serdan bike û lê gotar bide tên guncinandin.

Tê pêşbînîkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dê di 11:00an de bigihê Diyarbekirê û piştî ku li mizgefta Kûrşûnlû nimêj bike, serdana mallabatên li ber avahiya HDPê bike û li ber Parêzgariya Diyarbekirê jî di demjimêr 17:00an de mîtîngekî li dar bixe.

Li bajarê Diyarbekirê amadekariyên berfireh yên ewlehî û guncinandinê jî hatine kirin.