Li Tirkiyê 48 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 48 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 954 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Tîrmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 171 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 12 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 317 hezar û 278 kesan.