Talebanî: Armanckirina Balafirgeha Hewlêrê karekî terorîstî ye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; armanckirina Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û nûnerên navdewletî, karekî terorîstî ye.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; armanckirina Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û nûnerên navdewletî, karekî terorîstî ye û xizmeta ajenda û berjewendiyên wan kesan dike ku li paş wan êrîşan in.

Qubad Talebanî ji rojnameya Şerq El Ewset re diyar kiriye ku divê hemahengiya ewlehiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe, herwiha divê piştevaniya navdewletî ji bo sekinandina wan êrîşan hebe, ku binpêkirina pêgeha dewletekê ye, eger ew êrîş berdewam bin, dê bandora wan a xirab li ser berjewendiyên Iraq û pêwendiyên ligel civaka navdewletî hebe.

Şeva 6ê Tîrmehê di demjimêr 23:30ê de bi firokeyeke bêfirokevan a bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hate kirin.

Rojek piştî wê jî, medyaya Iraqê ragihand ku bi mûşekan êrîşî binkeya Eyn Esed hatiye kirin ku hêzên Amerîkayê di wê binkeya serbazî de ne.