Yekîtiya Erebî êrîşên ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir

Yekîtiya Parlamentoya Erebî bi daxuyaniyekê êrîşên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên ser bi Balafigeha Navdewletî ya Hewlêrê weke karekî tirsonek û terorîstî bi nav dike.

Hewlêr (K24) – Yekîtiya Parlamentoya Erebî bi daxuyaniyekê êrîşên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên ser bi Balafigeha Navdewletî ya Hewlêrê weke karekî tirsonek û terorîstî bi nav dike û bi tundî şermezar dike û tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Di daxuyaniyê de ku îmzeya Serokê Yekîtiya Parlamentoya Erebî Seqr Xebaş li ser e, hatiye diyarkirin: “Em bi navê Yekîtiya Parlamentoya Erebî êrîşên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên terorîstî û tirsonek ên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin: “Tevî nîgeranî û hêrsbûnê, Yekîtiya Parlamentoya Erebî lipeyçûnê li ser nûçeya êrîşa sitemkar a firokeyên bêfirokevan a bombekirî û mûşekî ya şeva sêşemê ya di 6ê Tîrmeha 2021ê de bo ser Balafirgeha Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê kirine, ku spas bo Xweda ji bilî zirareke kêm a maddî ti zirareke giyanî li pey wê nebûye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Yekîtiya Parlamentoya Erebî car din bi tundî wan êrîşan red dike û hemû cûre tundî û tundrewiyê şermezar dike, hincet û bahaneya encamderên wan êrîşan her çi be û her cûre kiryarên terorîstî û xirabkariyê şermezar dikin, ku saziyên sivîl û sektorên derbarê li her cihekî bikin armanc.”

Hat diyarkirin: “Yekîtiya me amadebûna xwe ji bo rawestana ligel komara Iraqê û Herêma Kurdistanê car din tîne ziman û tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo birayên iraqî di şerê dijî teror û komên terorîstî de dike û em piştevaniya hemû rêkarên hikûmeta Iraqê dikin ku ji bo rûbirûbûna her alî ve digrin ber xwe, ku dixwazin destdirêjî li asayîş û serweriya Iraqê bikin û hewl didin destê xwe bixin karûbarên navxwe yên vî welatî, bi mebesta derxistina alozî û têkbirina seqamgirîriyê.”