Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Azim kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Azim a bi serokayetiya Xemîs Xencer kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 10.07.2021 pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Azim a bi serokayetiya Xemîs Xencer kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin.

Her di vê hevdîtinê de, guftûgo derbarê hilbijartinên paşerojê yên Iraqê de hatin kirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya aramiya Iraqê û pêwîstiya hemahengiya aliyan ya ji bo derbaskirina asteng û kêşeyên li nav proseya siyasî ya Iraqê kirin.