Parlamentoya Kurdistanê PKKê bi bihaneya sereke ya operasyonên Tirkiyê dizane

Komîteya taybet a bi navçeyên sînorî raporta xwe ya derbarê encamên şerê PKK û artêşa Tirkiyê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlemantoya Kurdistanê PKKê bi take bihaneya sereke ya hatina leşkerên Tirkiyê nav xaka Herêma Kurdistanê dizane û daxwaz ji PKKê dike, rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire û daxwaz ji Tirkiyê jî dike, dawî li operasyonên xwe bîne.

Komîteya taybet a bi navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê raporta xwe ya derbarê encamên şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir.

Pêştir bi biyara Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, ew komîte bi komîteya Parlamentoya Iraqê re di 8 û 9 Hezîrana borî de serdana navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê kirin û lêkolîn kirin û zanyarî li ser şerê PKKê û artêşa Tirkiyê li nav xaka Herêma Kurdistanê kom kirin ku di encamê de ziyanên canî, madî û jîngehê jî bûne.

Di raportê de sedem, çareserî û amarên ziyanan bi giştî hatin pêşkêşkirin. Komîteyê hebûna çekdarên PKKê bi sedema sereke dizane ku bûye bihane ji bo artêşa Tirkiyê êrîşî û operasyonên xwe li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk bîne. Herwiha ew raport, bêdengiya Hikûmeta Iraqê, welatên navçeyê û civaka navdewletî li hember tevgera PKKê û êrîşên Tirkiyê û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê, bi sedemeke din dizane.

Di raportê de amaje bi şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek Pêşmerge û welatiyan di van demên dawî de kiriye û diyar kiriye ku Pêşmergeyên li navçeyê ne ji komîteya Parlamentoyê re ragihandine, ew Pêşmerge ji aliyê PKKê ve hatine şehîdkirin û birîndarkirin. Raportê destnîşan kiriye, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 15 – 40 kîlometro derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye û bi sedema şerê PKK û artêşa Tirkiyê, bi sedan gund wêran bûne û xelkê wan koçber bûne û ziyaneke mezin gihîştiye welatiyan, jîngehê û avahiyên hikûmî.

Komîteyê çendîn rasperde pêşkêş kirine, ji wan jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqa Federal re, gavên bilez bavêjin ji bo rêgiriyê li aloziyan bike û wan bi dawî bîne. Amaje bi wê jî daye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya Hikûmeta Iraq Federal re, hewl bide lîwanên pasewanên sînor zêde bike, ji bo sînorê Herêma Kurdistanê bi Îran, Tirkiye û Sûriyê re biparêze û xalên li nêzîkî sînor in bibin ser sînor.

Herwiha raportê tekezî li ser wê yekê kiriye, divê tevahiya kesên ku ziyan dîtine ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bêne qerebûkirin û girîngiyê bide hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û pêwîstiyên jê re peyda bike ji bo sînorê Herêma Kurdistanê biparêze.

Komîteya taybet bi navçeyên ziyan dîtine di raporta xwe de daxwaz ji PKKê dike rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigire û êdî bihaneyê nede Tirkiyê êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê bike.