Li Iraqê du karwanên Hevpeymanan bûn armanca êrîşan

Li başûrê Iraqê du karwanên veguhestina alîkariyên lojîstîk ên Hevpeymaniya Navdewletî, bûn armanca êrîşan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li başûrê Iraqê du karwanên veguhestina alîkariyên lojîstîk ên Hevpeymaniya Navdewletî, bûn armanca êrîşan û li Kerkûkê jî cihekî xweveşartinê yê DAIŞê hat destbiserdegirtin.

Polîsê Iraqê ragihand; li nêzîkî deriyê sînorî yê Cerîşan û nêzîkî sînorê Iraq û Kuweytê, bi rêya bombeyên vedayî karwaneke veguhestina alîkariyên lojîstîk ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bû armanc, li gor agahiyan di bûyeran de tenê zirarên maddî hene.

Herwiha karwana duyem a wesayît û barhilgirên veguhestina alîkariya lojîstîj a Hevpeymanan li rêyeke sereke ya li parêzgeha Babilê bûye armanc, bi heman şêwe ti zirarên giyanî derneketiye holê.

Li aliyê din, Polîsê Federalî yê Iraqê ragihandiye ku cihekî xweveşartinê yê çekdarên DAIŞê li navçeya Geliyê Ebû Xenazîr hatiye jinavkirin, ku 27 gulleyên RPG û çend parçe çek têde hebûn.