Îtalya nasnavê UEFA EURO 2020 bi dest anî

Hilbijardeya Îtalyayê bi ser bi Hilbijardeya Îngiltrayê ket û ji bo cara duyem di dîroka xwe de nasnava UEFA EURO wergirt.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îtalyayê bi ser bi Hilbijardeya Îngiltrayê ket û ji bo cara duyem di dîroka xwe de nasnava UEFA EURO wergirt.

Şeva borî hilbijardeya Îtalya û Îngiltra di fînala UEFA EURO 2020 de li Stadiuma Wembley li Londonê rûbirûyî hev bûn û Îtalya bi encama 3-2 bi ser ket.

Dema orjînal a yariyê bi encama 1-1 bi dawî bû ku yarîzanê Denmarkê Îngiltrayê Luke Shaw gola hilbijardeya xwe di xuleka 2 de tomar kir, piştre jî di xuleka 67 de yarîzanê Îtalî Leonardo Bonucci wekheviyê tomar kir.

Piştî ku dema orjînal a yariyê bi encama wek hev dawî bû, her hilbijardeya du demên zêde lîstin, piştre jî gihîştin lêdanên rasterast û Îtalya bi encama 3-2 bi ser ket.

Bi vê serkeftinê, hilbijardeya Îtalyayê ji bo cara duyem nasnava UEFA EURO bi dest tîne ku cara yekem di sala 1968an bû.

Li aliyê din jî hilbijardeya Îngiltrayê jî bo cara yekem digihe fînala UEFA EURO û ji dest dide.