Li Neynewayê berpirsekî DAIŞê hat desteserkirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir ku îro di operasyonekê de berpirsekî bilind ê DAIŞê hat destesekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir ku îro di operasyonekê de berpirsekî bilind ê DAIŞê hat destesekirin.

Li gor daxuyaniya şaneyê, Ofîsa Nehiştina Tawanê ya li Tileferê piştî bidestxistina zanyarî û lêgerînê, karîne berpirsekî DAIŞê yê bi nasnavê Ebû Yûsif desteser bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin; kesê desteserkirî berpirsê veguhestina bombeyên amadekirî bo vedana wan di nav bajarê Mûsilê de bûye.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku kesê desteserkirî di serdema desthilatdariya DAIŞê de berpirsê gencîneya DAIŞê û dahata petrolê bûye.