Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyên şewatê nîşan da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyên şewata nexweşxaneya Îmam Husên a li Nasiriye nîşan da.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyên şewata nexweşxaneya Îmam Husên a li Nasiriye nîşan da.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di pêwendiyên telefonî de ligel Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, Parêzgariya Zîqarê û Rêveberiya Tendirustiya Zîqarê, amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û şandina her pêwîstiyên bijîşkî û pêşwazîkirina birîndar û nexweşan bo nexweşxaneyên Herêmê nîşan da.

Duh bi şev li parêzgeha Zîqar a Iraqê agir bi nexweşxaneyeke Koronayê ket.

Tendirustiya Zîqarê ragihand ku agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 58 kesan canê xwe ji dest dan.

Tendirustiya Zîqarê rewşa awarte li parêzgehê ragihand û eşkere kir ku du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.