DAIŞ bi rêya komên biçûk êrîşî artêş û polîsan dike

Rojnameya The Guardian a Brîtanî belav kiriye; rêxistina DAIŞê hewl dide rêzên xwe jinûve li nav Iraqê rêk bixe û dixwaze weke berê hejmarek dever bixe bin kontrola xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya The Guardian a Brîtanî belav kiriye; rêxistina DAIŞê hewl dide rêzên xwe jinûve li nav Iraqê rêk bixe û dixwaze weke berê hejmarek dever bixe bin kontrola xwe.

Li gor nûçeya The Guardian, çar sal piştî kontrolkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, niha ew rêxistin hewl dide xwe rêk bixe û komên biçûk pêk anîne, da ku êrîşî xalên pişkinînê yên artêş û polîsan bike û endamên hêzên ewlehiyê birevîne û stûnên elektrîkê û saziyên petrolê bike armanc.

Efserekî payebilind ê Iraqê ji rojnameyê re ragihandiye ku DAIŞ devereke girîng bi kar tîne, ku sêgoşeyek li bakurê Kerkûkê dest pê dike ber bi rojavayê Bêcî û başûrê Samara, ku devereke bi hev ve girêdayî ye û devereke stratejîk e ji bo DAIŞ xwe li wê derê rêk bixe.