Mesrûr Barzanî ji ber hevkariyên bo Pêşmerge spasiya Belçîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 13ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Belçîka yê li Iraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 13ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Belçîka yê li Iraq û Urdinê Filip Vanden Bulcke kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên li Iraq û herêmê û pêşvebirina pêwendiyên Belçîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Belçîkayê silav û rêzên Serokwezîrê Belçîkayê gihande Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bal kişand ser serdana serkeftî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Belçîkayê û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan di hemû waran de ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkariya Belçîkayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de piştevanîkirina Pêşmerge didomîne. Herwiha tekezî li girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya navbera Belçîka û Herêma Kurdistanê kir ji bo wan mijarên ku cihê girîngiya her du aliyan in.