Hemo: ENKSê hîn nûnerê xwe ji bo postê Cîgirê Serokê Îtîlafê diyar nekiriye

Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Serokê nû û cîgirên serok hilbijart û ENKSê jî hîn nûnerê xwe ji bo ji bo postê Cîgirê Serokê Îtîlafê diyar nekiriye.
Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de Ebdulbasit Hemo
Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de Ebdulbasit Hemo

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ya bi navê (Îtîlaf) tê naskirin, serok, cîgirên serok û endamên Desteya Siyasî hilbijartin, lê ENKSê hîna endamê xwe ji bo cîgirê Serokê Îtîlafê destnîşan nekiriye.

Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de Ebdulbasit Hemo ji K24ê re ragihand, Îtîlafê duhî li Stenbolê hilbijartinên xwe kirin û Salim Muslit wek Serokê nû yê Îtîlafê hat hilbijartin. Herwiha Ruba Heboş û Ebulehed Istêfo wek cîgirên Serokê Îtîlafê hatin hilbijartin.

Hemo diyar kir, 3 postên Cîgirê Serokê Îtîlafê hene ku yek jê para ENKSê ye, lê heta niha ENKSê nûnerê xwe ji bo wê postê destnîşan nekiriye û eger e di civîna xwe ya bê de navekî destnîşan bike.

Hemo da zanîn jî, 19 endamên Desteya Siyasî jî hilbijartin ku du ji wan Kurd in.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê sala 2012an ji çend pêkhateyên opozîsyona Sûriyê hat damezirandin. Li gor yasayên wê jî, her salê kesek ji bo postê Serokê Hevpeymaniyê tê hilbijartin û dikare bi riya hilbijartinê jî heyama serokatiya wî ji bo saleke din were dirêjkirin.